• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Kuweyt, ji Emrîqaya ku pişt ji rê derketîyan re derket re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Wezareta Karên Derve ya Kuweytê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku Jîm Hollîstederê Wekîlê Sefaretê yê Emrîqayê ji bona ku bê wezaretê hat gazîkirin û bi Nawaf Abdul Latîf Al-Ahmadê Wekîlê Wezîrê Karên Derve yê Kuweytê re hatin cem hev.

Di berdewama daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku Hollîsteder, ji bona ku di hîsabên medyayên civakî ya Sefareta Emrîqayê de tiştên ku alîkarî dide ji wan ji rê derketîyan re belav kirine hat bangkirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Al, Ahmed, ji Hollîstederê re got ku, em van tiştên ku we belav kirine qebûl nakin û ji sefaretê re jî ji bona ku bila Sefareta Emrîqayê jî ji qanûnên Kuweytê re di çarçoveya Muqaweleya Vîyanayê de hurmet bike û derheqê ku bila belavên ewakî neynê belavkirin de notaya protestoyê da.”

Sefareta Emrîqayê ya Kuweytê, di hîsaba medyaya civakî de bi tevî potika wan ji rê derketîyan bi zimanên Erebî û Îngîlîzî, gotina Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê ku gotibû “Hemû mirovan gerek lê neyê nihêrtin ku ew kî ne an jî ji kê hezdikin lazim e ku di nav bêtirsîyê de bijîn” belav kiribû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir