• DOLAR 32.537
  • EURO 34.804
  • ALTIN 2438.292
  • ...
Sîyonîstên îşxalker zarokekî Filistînî şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîya Filistînê ve hat daxuyandin, Udeh Muhammed Udehê 17 salî, di dema ku rejima îşxalker li nêzê dîwara cudakirina ku îşxalkeran li Ramallahê lêkirin êrîş kir de birîndar bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku Udeh Muhammed Udeh li nexweşxaneyê şehîd bû.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, rejima îşxalker bi guleyên rastî êrîş li zarok û ciwanên ku li ber dîwara cudakirina îşxalkeran dileyîstin kir. Di encama vê êrîşê de ji zarokan yek giran birîndar bû û bi lez hat birin Navenda Tenduristîya Filistînê. Encax ew zarok digel tamamî midexeleyan şehîd bû.

Ji ber vê ji roja çarşembê heta îro hêjmara Filistînîyên ku hatine şehîdkirin bûn 5 kes. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir