Sîyonîstên îşxalker mala çalakîkerê şehîd xira kir
Rejima sîyonîst a îşxalker, mala şehîd Zîya Hamarşehîyê ku li Cenînêye û di meha Adarê de di encama çalakîya ku li Tel Avîvê kir de hatibû şehîdkirin xira kir.
Rejima îşxalker di seatên serê sibê de êrîş li mala şehîd Zîya Hamarşehî kir.
Îşxalkerên ku di dema êrîşê de bi berxwedaneke mezin hatin pêşîwazkirin û bi bombeyan mala şehîd xira kirin.
Di encama êrîşê de Ahmed Hamarşehîyê bavê şehîd Zîya Hamarşehî jî esîr hat girtin.
Doh êvarê di navbera sîyonîst û Filistînîyan de pevçûn derketibû û di encama wê pevçûnê de jî Bîlal Kabha şehîd bûbû û çend kes jî giran birîndar bûbûn. (ÎLKHA)