• DOLAR 32.445
  • EURO 34.77
  • ALTIN 2442.632
  • ...
4 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker, li ser ‘erdên Filistînê zilma xwe ya ku bu deh salan e dike berdewam dike.

Doh êvarê rejima îşxalker li bajara Cenînê êrîş li Filistînîyan kir û di encama wê êrîşê de Filistînîyek şehîd bû û 6 Filistînî jî birîndar bûn. Ji doh heta îro hêjmarên Filistînîyên ku şehîd bûne bûn 2 kes.

Li agahîyên ku Wezareta Tenduristî ya Filistînê belav kir Bîlal Ivad Tevfîk Kebhayê 24 salîye jî di encama êrîşên rejima îşxalker de birîndar bûbû û hatibû rakirin Nexweşxaneya Hikumeta Cenînê. Kebhayî li nexweşxaneyê digel temamî midexeleyan rihê xwe teslîmê Xwedê kir û şehîd bû.

Di agahîyên ku nexweşxane belav kir de hat destnîşankirin ku di encama van êrîşan de 6 Filistînî jî birîndar bûn û ji van birîndaran 2 kes jî giran birîndar bûn.

Ji van şehîdan pê ve Eymen Mahmud Muheysenê 21 salî jî di encama êrîşên ku li bajara Beytullahîmê hat kirin de şehîd bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir