Yapicioglu ji bo kesên ku di qezaya li Nîgdeyê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu derheqê kesên ku di qezaya li Nîgdeyê de canê xwe ji dest dan peyama tazîyê weşand.
Yapicioglu di peyama ku weşand de wisa got:
“Ez ji Xwedê ji bo xuşk û birayên xwe yên ku di rêya vegerê ya ji bernameya xortanîyê ya Edenê ya AK Partîyê divegerîyan qeza kirin û canê xwe ji dest dan rehmetê û ji bo malbatên wan jî sebra cemîl teleb dikim. Xweda şifaya xêrê bide kesên birîndar.”(ÎLKHA)