• DOLAR 32.525
  • EURO 34.816
  • ALTIN 2423.899
  • ...
Li Iraqê firtûneya qûmê: Tetîla fermî hat îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Iraqê firtûneya qûmê tesîra xwe berdewam dike.

Mustafa el-Kazimîyê Serokwezîrê Iraqê daxuyand, ji ber firtûneya qûmê ya ku tê hêvkirin îro di hemû kargehên dewletê û dibistanan de tetîla fermî hat îlankirin.

Hat daxuyandin ku ji ber firtûneya qûmê seferên balafirgehan jî hatin taloqkirin.

Ji teref Wezareta Perwerdehîyê ve jî îmtîhanên ku di dibistanan de bên kirin ji roja sêşemê re hat taloqkirin.

Sazîyên tenduristî û ewlehîyê ew ê ji vê tetîlê feyde negrin.

Rayedaran jî, ji welatîyan re, ji ber rîska fetisandinê hişyarî da ku bila dernekevin derve. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir