Erebe li pîreka ku ji bazarê vedigerîya qelibî
Li navçeya Rezana Dîyarbekir erebe li pîreka ku ji bazarê vedigerîya qelibî, di encama qezayê de pîrek birîndar bû.
![Erebe li pîreka ku ji bazarê vedigerîya qelibî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/ZvD8Ac2nOmErBOxUKLpbuNawRDM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/20/erebe-li-pireka-ku-ji-bazare-vedigeriya-qelibi-29fed0f0.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 21 ABU 342 di seat 18.30yan de li ser rêya Cedeya 390emîn a Mewlana Xalîd li Ş.O. ya ku ji bazarê vedigerîya qelibî.
Hat destnîşankirin pîrek di encama qezayê de birîndar bû û bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristî hat sewqkirin. Ekîbên tenduristîyê ku li cihê qezayê midexeleya ‘Ewil li pîreka birîndar kirin wê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyûbîyê.
Hat îfadekirin ku rewşa birîndar baş e û polês jî derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)
![](/images/22/20/erebe-li-pireka-ku-ji-bazare-vedigeriya-qelibi-6192d1fe.jpg)
![](/images/22/20/erebe-li-pireka-ku-ji-bazare-vedigeriya-qelibi-5c7d9155.jpg)
![](/images/22/20/erebe-li-pireka-ku-ji-bazare-vedigeriya-qelibi-4114918e.jpg)