• DOLAR 32.588
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2507.41
  • ...
Weqfa Zarokan Xelasbikin: Li Efrîqaya Rojhilat her sal nêzê 48 sanîyeyê kesek ji birçîna dimre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Zarokan Xelasbikin, ji bona ku bal li ser ziwayîya ku li cîhanê tê jîyankirin bikşîne raporek belav kir.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2011an de li Somalîyê ji 269 hezarî zêdetir mirov ku di nav wan de zarokên ku nîvê wan ji 5 salî biçûktirin jî hene ji ber ziwayîyê canê xwe ji dest dan.

Li Somalî û Etîyopyayê nêzê nîv milyon însan ji ber ziwayîyê bi tinebûnî û tiştên wek ziwayîyê re micadele dikin.

Li Kenyayê jî 3.5 milyon însan bi germahîya zêde micadele dike.

Di raporê de bal hat kişandin ku li her sê welatê jî mirovên ku birçîbûnîyê dikşînin li gorî sala borî 2 qet zêde bûne û ji 10 milyonî derketine 23 milyonî û teqrîbî di her 48 sanîyeyê de kesek ji birçîbûnîyê canê xwe ji dest dide. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir