• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
SON DAKİKA
Serokê dewletê yê Mîrektîya Ereban hat hilbijartin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji cîhê Şêx Xelîfe bîn Zayed Al Nahyanê Serokê dewletê yê Mîrektîya Erebanê ku canê xwe ji dest da re, Şêx Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan yê Prensê Ebu Zebîyê ji bona Serokatîya Dewleta Mîrektîya Ereban hat hilbijartin.

Li gorî xebera ajansa WAMa Mîrektîya Ereban, ji teref Konseya Bilind a Federalê ve îro ji bona Serokatîya Dewletê Şêx Muhammed bîn Zayîd Al Nahyan bi raya hevpar hat hilbijartin.

Bîn Zayîd Al Nahyanê ku di civîna ku Seraya Muşrîfê de axivî û ji bona ku bawerî bi wî anîne sipasîyên xwe li wan kir û ji bona ku di wezîfeyê de jî serfiraz bibe ji Xwedê Teala înayetê daxwaz kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir