• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Meletîyê qeza: 3 mirî 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku qeza di seat 05.30yan li alîyê Taxa Benta ku girêdayê navçeya Kaleyê ye de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku di bin şofêrtîyê Şeyhmus Er (29) de bû, ji ber ku hakîmîyeta dîreksîyonê hat windakirin li şerempolê gêr bû.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de Şeyhmus Er, Enbîya Er ê yek salî û Zeynep Tunc a pitik li cîhê qezayê canê xwe ji dest dan û Gunay Er a ku bihemle ye (20), Erdal Tuaç (39) û Melekşah Tuaç (38) jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Navenda Tipa Turgut Ozal û hat îfadekirin ku rewşa Gunay Er û Erdal Tuaç giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir