• DOLAR 32.571
  • EURO 34.881
  • ALTIN 2433.328
  • ...
Ciwanek Filistînî yê ku di encama êrîşên rejima îşxalker de birîndar bûbû şehîd bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku Velîd Şerîfê (24) Filitînî di encama êrîşa rejima îşxalker de ku di meha Remezanê de li Mescîdî Eqsayê kiribû de birîndar bûbû, îro serê sibê di Nexweşxaneya Hadassaha ku li Keremê ye de şehîd bû.

Malbata Şerîf daxuyand ku kurê wan giran bûbû lê rejima îşxalker ji bona ku midexele li wî neyê kirin bi zanayî astengîyê derxistibû.

Meha Remezanê ya borî rejima îşxalker a sîyonîst êrîşan li Mescîdî Eqsayê kiribû û di encama wan êrîşan de jî bi sedan Filistînî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir