Li Macarîstanê şoba mirîşkan: 93 hezar werdek hatin îtlafkirin
Ofîsa Ewlehîya Xwarina Neteweyî ya Macarîstanê, daxuyand ku li welat ji ber şoba mirîşkan 93 hezar werdek hatin îtlafkirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di cotgehekî yê ku li herêma Szabolcs-Szatmar-Beregê ye de vîrûsa (H5N1) hat tespîtkirin, ji bona ku belavbûna vîrûsê bê astengkirin 93 hezar werdek hatin îtlafkirin û 10 kîlometre derdorê cotgehê jî ji ber ewlehîyê ew ê bê qontrolkirin. (ÎLKHA)