• DOLAR 32.601
  • EURO 34.814
  • ALTIN 2492.627
  • ...
Profîlên pola li ser karkeran ket: 1 mirî û 1 giran birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di nav febrîqeyekê ku li Herêma Senayîya Organîze ya 5emîn de ye, profîlên pola yên ku ji wînça ku dixebitîya de qetîya û li ser karkerên ku montajê dikirin ket, di encama qezayê de Kemal Çelebî û Enes Tutar giran birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji fabrîqeyê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê ku hatin cem cîhê qezayê destnîşan kirin ku Kemal Çelebî canê xwe ji dest daye û Enes Tutarê karkerê dinê jî bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku cesedê Kemal Çelebî hat rakirin merga Sazîya Tipa Edlî ya Entabê, rewşa Enes Tutar jî hê giran e.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir