• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Mînîbûsa ku geştyarên Iraqî tê de bûn li qemyonê qelibî: 9 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsa ku geştyarên Iraqî tê de bûn li Çarrêya Pinarliya navçeya Aksuyê li qamyona ku di bin şofêrêrtîya M.O de bû qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil şofêrê mînîbûsê û 8 geştyarên Iraqî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna mirovan ji cîhê qezayê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin, birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir