• DOLAR 32.585
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2457.692
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê di meha Remezanê de 1 milyon û 183 hezar û 773 TL Alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê yê ku ji êtîm, sêwî, feqîr û mihtacan re alîkarîyan dike û wan kêfxweş dike, di meha Remezanê de jî him di nav welat de him jî di derveyê welat de xebatên gelek muhîm bi kar anî û rapora meha Remezanê jî daxuyand.

Rayedarên Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê di çarçoveya fealîyetên xwe de destnîşan kirin ku ew di sala 2021an de 1 milyon û 139 hezar û 641 TL alîkarî kirine, lê îsal di meha Remezanê de tenê 1 milyon û 183 hezar û 773 TL alîkarî kirine.

Fatîh Akmanê Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê derheqê alîkarîyên xwe de destnîşan kir ku ew ji êtîm, sêwî û mihtacan re alîkarîyan dikin.

FATÎH AKMAN

“Em ji 6 hezar û 752 kesan re qasî 1 milyon û 183 hezar û 773 TL alîkarî kir”

Akman derheqê alîkarîyên ku kirine de axivî û weha got:

“Xuşk û birayên min ên bi qîmet, Me bi navê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê daxwaz kir ku rapora vê mehê ji we re belav bikin. Hemd ji Xwedê re be Remezan bi menewîyata xwe hat û bi bereketa xwe çû. Em bi Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê her roj û her şevê meha Remezanê bi tijî derbas kir. Em ji ber alîkarîya însanî ji bona ku ji êtîm û mihtacan re bibin hêvî di nav endîşeyekî de micadele kir. Di encama vê çarçoveyê de bi tevî navend û bi tevî temsîlkarîyên xwe yên ku li navçeyan e ji 6 hezar û 183 kesan re qasî 1 milyon û 183 hezar û 773 TLyê alîkarî kir. Dema ku em qala hûrgilîyên xebatê bikin ewakî ye; hemd ji Rebbê me re ku me di nav welat de ji hezar û 845 malbatan re qasî 407 hezar û 350 TL alîkarîya xwarinê kir, ji 741 kes û malbatan re jî qasî 169 hezar û 225 TLyî alîkarîya cilan kir, ji 815 kes û malbatan re jî bi tevahî 208 hezar û 500 TL alîkarîya meddî kir, ji 516 kesan re jî qasî 106 hezar û 225 TL alîkarîya goştê sor kir, ji 300 malbatan re qasî 10 hezar û 638 TL alîkarîya şekirê ‘îdê kir, ji 135 malbatan re qasî 13 hezar û 90 TLyî alîkarîya sol kir, ji 75 malbatan re jî qasî 7 hezar û 500 TLyî çenteyên pîreka stand û belava mihtacan kir.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir