• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Ekvadorê di girtîgehê de îsyan: 43 mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Patrîcîo Carrîlloyê Wezîrê Karên Hindir yê Ekvadorê derheqê meseleyê de daxuyanîyek çapemenî da û di daxuyanîya xwe de weha destnîşan kir: “Mixabin di vê hedîseya cuda de 43 mehkûm canê xwe ji dest dan. Li gorî agahîyên ku me bidestxistîye piranîya mehkûman ne ji çekan, ji kêr û tiştên tûj yên dinê hatine kuştin.”

Carrîllo di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku hê jî cesedên mekhûman nehatine tehlîyekirin û di hicreyan de jî pevçûn hê berdewam dike.

Li Ekvadorê di girtîgehê de ew ê herî dawî di tarîxa 4ê Nîsanê de pevçûn pêk hatibû û di encama wê pevçûnê de jî 20 mehkûm miribûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir