• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Mumbaîyê ji ber şîkayeta Hînduyan dengê azanê hat kêmkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li Mumbaîya paytexta wîlayeta Maharaştraya Hîndîstanê ji ber şîkayeta Hînduyan qirar hat girtin ku ew ê di mizgeftan de dengê azanê bê kêmkirin.

Alimên Misilmanan yên li Mumbaîyê daxuyandin ku li vê wîlayetê piştî vê qirarê di nêzê 900 mizgeftan de ew ê dengê azanê bi dengê kêmkirî ji dervayê re bê dayîn.

Hat destnîşankirin ku polîtîkayên Hînduyan yê li hember Îslamê êdî bûye wek meseleya sîyasî, ji ber vê yekê ji bona ku pirsgirêkeka civakî çênebe azan bi dengekî kêm bê belavkirin.

Ji teref alimên Misilmanan ve qirar hat girtin û hat destnîşankirin ku ji bona di navbera Misilman û hînduyan de giranî dernekeve bila ji qirarê re rîayet bê kirin.

Misilmanên ku li herêmê dijîn digel qirara aliman jî ev meseleyê wek “Ev qirar qutifandineke nû ya li hember Misilmanan û derbeyek ku ji heqên wan re hatîye avêtin e” qebûl dikin.

Di wîlayeta ku ev qirar li wê derê hatîye girtin de 10 milyon Misilman dijîn û 70 milyon jî Hîndu dijîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir