• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Ji ber pevçûnên li Şengalê bi hezaran mirov koç kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Pîr Deyan Cafer Hemoyê Midirê Îdareyê Koçberan û Koç yê Dihokê daxuyand ku ji ber pevçûnên ku di navbera Yekîneyên Parastina Şengalê yê ku girêdayê PKKê ye û yekîneyên Iraqê pêk hat de, xelqê Şengalê mecbûr man ku koç dikin.

Hemo, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encama pevçûnên dawîn de hêjmarên ku ji Şengalê koç bûne ji 10 hezarî zêdetir bûye.

Li bajaroka Sînune û derdorên li wê derê di navbera “Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)” û “Hêzên Asayîşa Ezîdhan” de pevçûn çêdibe.

Artêşa Iraqê jî, ji PKKê daxwaz dike ku bila ji herêmê derkeve.

General Abdulxalîk Talatê Endamê Fermandarîya Operasyonên Hevpar yê Iraqê weha gotibû, “Hebûna PKKê yê li herêmê ji bona menfeatên wê nîne. Ew, ji bona menfeat û planên hinek dewletan bi kar bînin li wê derê ne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir