• DOLAR 32.545
  • EURO 34.952
  • ALTIN 2430.872
  • ...
Xelqê Êlihê yê ku daxwaz dikin bila konser bê betalkirin bang kirin ku bila şaredarî xizmetê bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelqê Êlihê yê ku ji konsera ku biheseba ji bona avabûna Êlihê û şampîyontîya Petrolsporê bê tertîpkirin re bertek nîşan didin, destnîşankirin ku ew ji şaredarîyê konserê daxwaz nakin xizmetê daxwaz dikin.

Xelqê ku bal li ser pereyê ku gerek ji bona xizmeta Êlihê bê xerckirin di cîhê xizmetê de ji konserên ku bi kevneşopîyê jî nakeve re tê xerckirin kişand û gotin ku lazimatîya wan ji van konseran re tuneye.

VEDAT AYDIN

“Pereyên ku ji cîhê ji bona xebatên ku lazimin re nayên xerckirin dayîna wan pereyan ku ji konseran re tê dayîn ji xelqê re neheqîye”

Vedat Aydinê ku got ev konserên ku tên kirin ew teswîb nakin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em hunermendên ku bên Êlihê û wan hunermendên ku berê jî hatine Êlihê baş nas dikin. Cil û bergên wan yên ku li xwe dikin û hereketên ku kirine û dikin bi tu şeklê li gorî kevneşopîyên me nîne. Em şampîyontîya Batman Petrolsporê ji dil û can tebrîk dikin. Xelqê Êlihê xelqekî dîndar e. Em jî dixwazin ku biçin pîrozkirina Petrolsporê lê konserên ewakî ji bona çûndina me asteng e.”

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin bila vê konserê bê betalkirin û ew li axavtina xwe weha domand, “Doh li Êlihê baran barîya ji ber kêmasîya binavayî her cîh bû wek lehîyê. Ji bona îxtîyacîyên Êlihê yê wisakî re pere tuneye lê ji bona wan konserên ewakî re pere heye. Şaredarîya Êlihê û Walîtîya Êlihê; Pereyên ku ji cîhê ji bona xebatên ku lazimin re nayên xerckirin dayîna wan pereyan ku ji konseran re tê dayîn ji xelqê re neheqîye. Em van konseran bi tu şeklê teswîb nakin û daxwaz dikin ku bila bi lez û bez vê konserê bê betalkirin.”

OMER FARUK ŞAHÎN

“Konserên wek ewakî ji kevneşopîya me re terse”

Omer Faruk Şahînê ku derheqê meseleyê de îfade kir ku ew tertîpkirina ev konserên ewakî rast nabînin û li axavtina xwe weha zêde kir: “Konserên ewakî li ser ciwanan tesîreke xirab dihêle. Konserên ewakî ji kevneşopîya me re jî terse. Em konserên ewakî li Êlihê bên tertîpkirin qebûl nakin. Pêşîvanîya Şaredarîya Êlihê ev e ku xizmetkirina ji kuçe û taxên Êlihê re ye. Anîtina hunermendê wek Hande Yener û tertîpkirina konserê tu feydeya wê ji Êlihê re tuneye. Konsera vê hunermenda li gorî Îslamê nîne û ev konser jî konsereke wisaye ku ciwanên me bêesil dike. Em bi tu şeklê vê konserê naxwazin.”

MAHMUT DOLMAZ

“Xerckirina pereyan ku di van demên ku di ekonomîyê de bi zehmetî derbas dibe de gelek xeta ye”

Mahmut Dolmazê welatî jî derheqê meseleyê de axivî û weha got, “Şexsîyeteke Misilman konsereke ewakî nikare qebûl bike. Çîmkî ev tişt li ser exlaqê ciwanan de tesîreke gelek xirab dihêle. Ew ê duyemîn jî ev e ku Xerckirina pereyan ku di van demên ku di ekonomîyê de bi zehmetî derbas dibe de gelek xeta ye. Pirsgirêka binavayîya Êlihê heye û rêyên Êlihê jî gelek xirab in. Gerek ev pereyan di van tiştan de bê xerckirin lê wa di cîhên dinê de tê xerckirin. Bi vebirî gerek ev konser bê betalkirin.”

ABDULBASÎR ONUK

“Bila pere bi konseran neyê îsrefkirin”

Abdulbasîr Onukê ku li ser binavayîya Êlihê bal kişand weha got, “Gelek xizmetên ku Şaredarîya Êlihê bike henen û ji vê konserê re jî tu îxtîyacî tuneye. Bi tertîpkirina van konseran ji kevneşopîya Êlihê re jî dijberî tê kirin. Van konseran dibe sebeba bêesilbûna ciwanan. Em vê konserê naxwazin û li hember  vê konserê ne. Bila pereyê Êlihê ji konserên ewakî re neyê îsrefkirin.”

MEHMET SIDDIK ONUK

“Bila pereyên Êlihê ji Êlihê re bên xerckirin”

Mehmet Siddik Onukê welatî jî derheqê konserê de bertek xwe nîşan da û weha got, “Em li dijî vê konserê ne ku tê xwestin ku li Êlihê bê tertîpkirin. Ev konser ne li gorî Îslamê ye û ne jî li gorî kevneşopîya me ye. Bi van konseran exlaqên ciwanên me xirab dibe. Doh li vê derê baran barî, ji ber ku kêmasîya binesazîya Êlihê baran bû wek lehîyê û di kuçe û taxan de bû sedema rabûna lehîyê. Em daxwaz dikin ku bila pereyên Êlihê ji Êlihê re bên xerckirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir