• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Şehîdan di ‘Îda Remezanê de jî nehatin jibîrkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şehîd Abdulwehap Kara û Şehîd Abdusselam Îrdem yên ku ji ber xebatên xwe yên Îslamî hatin qetilkirin, ji teref hevaldozên wan ve ji ber minasebeta ‘Îda Remezanê li ser qebrên xwe hatin yadkirin.

Di bernameya ku hat tertîpkirin de, li ser mezelên wan dua hat kirin û sedeqetê wan yên ji de’wê re hat qalkirin.

Şehîd Abdulwehap Kara, ji teref wan kesên ku xebatên wî yên Îslamî nedihat hezmkirin ve di tarîxa 20ê Gûlanê sala 2000an de hatibû şehîdkirin. Şehîd Abdulwehap Kara, li Rihayê di Goristana Malbata Bedîuzzeman de hatibû definkirin.

Şehîd Abdusselam Îrdemê ku di salên 1990îyan de li Dîyarbekir hatibû binçavkirin û di rojên dawîn de ji ber îşkenceyan rûhê xwe teslîmê Xwedê kir jî li gundê Heqêça navçeya Hîlwana Rihayê hatibû definkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir