• DOLAR 32.597
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2494.749
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker alayên xwe yên bi gotin li Mizgefta Îbrahîm daleqandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nîdal El-Ca'berîyê Midirê Weqfên El-Xelîlê derheqê meseleyê de weha got, “Ev êrîş, rasterast êrîşkirina ji rêzdarîya cîhên pîroz re ye, nenaskirina hemû mitebeqetan û hiqûqên navneteweyîyê ye û tehrîqkirina Filistînîyan e.”

El-Ca'berî di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand ku ev hereketên ku tên kirin di vê armanca de tê kirin ku ev armanc jî ev e ku Mizgefta Îbrahîmê bi temamî bikin cihûyî û vegerandina nasnava li wê derê yê tarîxî û medenîyê ye.

Roja ku Îngîlîzan wan ‘erdan îşxal kirin û dû re wan ‘erdan teslîmê rêxistinên sîyonîst teror kirin û li vê derê jî dewleteke bi gotin yê bi navê “îsraîlê” avakirin ji teref sîyonîstan ve “Roja Serxwebûnê” tê îdreqkirin. Filistînîyan jî vê rojê bi navê “Roja Felaket a Mezin (Nekbe)” binav dikin.

Mizgefta ku li bajara El-Xelîlê yê ku li bajara Şerîaya Rojavayê ye û di tarîxa 1967an heta niha ji teref rejima sîyonîst a îşxalker ve hatîye îşxalkirin, di piştî êrîşa cihûyî yê ku navê wî Baruch Goldstein e ku di tarîxa 25ê Sibatê sala 1994an de kiribû de hatibû girtin, dema ku ji nû ve hat vekirin jî ji nîvê mizgeftê zêdetir ji cihûyîyan re hatibû teslîmkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir