Di qezaya trafîkê de 16 kes mirin
Li bajarê Rivne yê Ûkraynayê di qezaya ku tê de kamyoneke sotemeniyê, otobus û otomobîlek tevlî bûn de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Kyiv-Chopa li nêzî gundê Sitnoye ya navçeya Dubenskî ya Rivne ya Ûkraynayê pêk hat. Di encama qezayê de agir bi kamyoneke sotemenî barkirî, otobusek û otomobîlekç ket.
Di encama qezayê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)