• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî li ser qebrên xwe hatin bibîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneş ên ku di 6-7ê Cotmeha 2014an de dema goştê qurbanê belav dikirin ji teref PKK/HDPyiyan ve hatibûn qetilkirin û Aytaç Baranê ku dema ji mala xwe derdiket ji teref PKKyîyan ve hat qetilkirin ji ber minasebeta Cejna Remezanê li ser ber serên gorên xwe hatin bibîranîn.

Malbat û xizmên şehîdan ên ku bi boneya Cejna Remezanê çûn goristanê,  li ber serê şehîdan Yasîna Şerîf xwendin.

Hevaldozên şehîdan ên ku di nav wan de Alîkarên Serokên Giştî yên HUDA PARê û Endamên Îdareya Giştî yê HUDA PARê jî hebûn piştî xwendina Yasîn û Fatîhayan îda hev pîroz kirin.(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir