• DOLAR 32.182
  • EURO 35.128
  • ALTIN 2472.259
  • ...
Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî li otomobîlekê hat kirin: 3 mirî 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer di saetên êvarê de li Taxa Buyuransu ya navçeya navend Baglarê qewimî.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ji teref kesên nasnameya wan nediyar ve li dijî wesayîta ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn êrîşa çekdarî hat kirin.

Di êrîşê de 3 jê giran 5 kesên ji heman malbatê birîndar bûn. Bi girtina xeberê re ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Ji birîndarên ku rewşa wan giran bû 2 kes li nexweşxaneya taybet a ku hatin rakirin jiyana xwe ji dest dan. Kesê din ê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyeke din ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Hat hînbûn ku dermankirina 2 birîndarên din li nexweşxaneya ku lê hatin rakirin berdewam dike.

Polêsan ji bo girtina êrîşkaran operasyon da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir