• DOLAR 32.276
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2446.47
  • ...
Weqfa Êtîman li Agirîyê êtîman poçand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqf, her meh ji malbatên êtîm, mixtac û feqîran re alîkarîyê dike vê carê jî di çarçoveya alîkarîyên xwe yên meha Remezanê de dilê feqîr û êtîman xweş kir.

“Me qasî 40 hezar TLyî alîkarî kir”

Suat Çelîkê Temsîlkarê Agirî yê Weqfa Êtîman derheqê alîkarîyan de axivî û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew qasî 40 hezar TLyî alîkarî kirine û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em bi navê Weqfa Êtîman li Agirîyê berîya meha Remezanê malbatên xwe tespît kir û di meha Remezanê de jî ji wan re alîkarîya  meddî kir. Niha jî di çarçoveya alîkarîya êtîman ku ew alîkarî jî wezîfeya me ye ji zarokên êtîm re alîkarîya cilan kir. Bi tevî alîkarîyên xêrxwazên xwe me van alîkarîyan kir û zarokan poşand. Me bi tevahî di meha Remezanê de ji malbatên me yên êtîm re qasî 40 hezar TLyî alîkarîyê kir.” (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir