• DOLAR 32.331
  • EURO 35.11
  • ALTIN 2295.22
  • ...
SON DAKİKA
Li Stenbolê teqîn: 3 karker canê xwe ji dest dan 9 jî birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku teqîn di seat 13.15an de li Ceddeya Atayola Ortamahaleyê ya li navçeya Tuzlayê di febrîqeyekê yê ku li Kooperatîfa Vernîkçîyan û Boyaxan e pêk hat.

Ji teref walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxyanîyê de hat gotin ku sedema teqînê hê nayê zanîn û daxuyanî weha berdewam kir,”Ji cîhê teqînê re ekîbên îtfaîye, ewlehî, tenduristî û AFAD hatin sewqkirin, di encama midexeleyan de şewat hat bin qontrolkirin û xebatên sarkirinê jî berdewam dike. Jê cuda, agirê ku gihaşt alîyê çayirên ku nêzê herêmê ye jî ji teref ekîbên Midirtîya Herêmê ya Daristanê ve hat tefandin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di encama teqînê de 3 kesên ku navê wan T.A, M.O û T.T ne canê xwe ji dest dan û 9 karker jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir