• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Li Iraqê 9 kesên ku teşxîsa “Atêşa Hemorajîk” hatîye dayîn canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Zîkara Iraqê di nav 24 kesên ku bi vîrûsê ketine de 9 kes canê xwe ji dest dan.

Seyf Bedîrê Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Iraqê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ev vîrûs ji sala 1970îyan heta niha tê dîtin. Li Iraqê jî bi taybetî her sal li herêmên ku heywanên mezin tên xwedîkirin tê dîtin. Encax di weqayên îsalê de zêdebûnî hene.”

Bedîr di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku vaksîna ku ji bona heywan û însanên ku bi vê vîrûsê ketine li welat tineye, encax ew bi wezaretî ji vê rewşê re tedbîrên xwe girtine.

Bedir di dawîya daxuyanîya xwe de dîyar kir ku wan weqeyan xeyn ji Zîkarê li Necef, Kadîsîye û Musennayê jî hatîye dîtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir