Ukrayna: 22 hezar û 800 leşkerên Rus hatin kuştin
Serokatîya Serefkanîya Ukraynayê, daneyên mirîyan yê ku piştî êrîşên Rusyayê yên ku di tarîxa 24ê Sibatê de hatibû destpêkirin nûvejen kir.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di tarîxa 24ê Sibatê de heta niha 22 hezar û 800 leşkerên Rus hatin kuştin.
Li gorî daxuyanîyê hat destnîşankirin ku 187 balafir, 155 helîkopter, 970 tanq, 2 hezar û 389 heb erebeyên bi zirh, 431 top, 151 heb sîstema parastina hewayê, 8 keleka lez, 76 tankêra mazotê 134 heb balafirên bêînsan yên Rusyayê hatin îmhekirin. (ÎLKHA)