• DOLAR 32.335
  • EURO 35.062
  • ALTIN 2308.378
  • ...
Li Haîtîyê di nav çeteyan de pevçûn: Herî kêm 20 kes mirin, hezar kes jî malên xwe terk kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Ajansa Parastina Sîwîl a Haîtîyê ve hat daxuyandin ku di 24ê Nîsanê de li 4 herêmên cuda yên li paytext di navbera çeteyan de pevçûn derket û hê jî ew pevçûnan berdewam dikin.

Ajans destnîşankir ku di encama pevçûnan de herî kêm 20 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn, herî kêm 12 mal hatin qûndaxkirin, gelek erebe zirarê dîtin û bi hezaran kes jî mecbûr man ku malên xwe terk kirin.

Ajans hişyarî da dibe ku ev şîdet, pevçûn û hêjmarên mirîyan zêde bibin û sîyasetmedaran jî ji bona ku sazûmanîya gelêperîyê tertîp bikin ji wan re bang kir.

Hat destnîşankirin ku piştî kuştina Jovenel Moîseyê Serokkomarê Haîtîyê ku di 7ê Tirmehê sala 2021an de bi suîkastê hatibû kuştin di navbera çeteyan de pevçûn jî zêde bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir