• DOLAR 32.479
  • EURO 34.852
  • ALTIN 2441.976
  • ...
Li Meksîkayê di navberan du koman de pevçûn: 8 mirî, 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Hîdalgoya Meksîkayê di febrîqeyekê çîmentoyê de du komên karker li hev xistin.

Di encama li hev xistinê de 8 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya Omer Fayadê Walîyê Hîdalgoyê ku di hîsaba xwe yê medyaya civakî de belav kirîye hat desnîşankirin ku di febrîqeya çîmentoyê ya Cruz Azulê de di navbera du komên karkeran de pevçûn derket, di encama pevçûnê de jî 8 kes canê xwe ji dest dan, 11 kes birîndar bûn û 9 kes jî derheqê meseleyê de hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku di encama pevçûnê de hinek erebe û dikan jî zirarê dîtin û derheqê pevçûnê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir