• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
Ji NY li hember rejima îşxalker a sîyonîst banga “bilindkirina deng”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Neteweyên Yekbûyî daxuyanîyek niviskî hat belavkirin û hat destnîşankirin ku, li herêmên ku ji bona cîhûyîyên îşxalkeran xanî tên kirin, ji Filistînîyan re muameleyên cihêkarî tê kirin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li Qudsa Rojhilat cihêkirina ku di planên bajêr û avakirinê de ji bona Filistînîyan astengî tê kirin û ji cîwarbûna îsraîlîyan re jî pêşanî tê dayîn. Bi raste rast cihêkarîya nîjadî, rengî an jî qewmî yên ku tên kirin roj bi roj jî zêde dibe.”

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku rejima îşxalker a sîyonîst, Filistînîyan ji ava paqij, paqijî û xizmetên tenduristîyê mihûz dihêle û ji ber vê yekê ji civaka navneteweyîyê re banga “bilindkirina deng” hat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir