• DOLAR 32.267
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2412.605
  • ...
Li Harem-î Şerîf a 5emîn Şeva Qedrê hat îhyekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dîyarbekirîyan, di Şeva Qedrê yê ku ji hezar mehan xêrtire û ji şevên dawîya yê meha Remezanê ye de li Mizgefta Mezin kom bûn.

Dîyarbekirîyên ku beşdarê mizgeftê bûn cîh ji wan re qîm nekir û li hewşa mizgeftê jî kom bûn.

Di piştî nimêja terawîhê yê ku pîrek di paş de û zilam jî di pêş de hat kirin de, bi minasebeta Şeva Qedrê bername hat tertîpkirin.

Di  bernameyê de Quran,qesîde û îlahî hatin xwendin.

Lutfu Îmamogluyê Miftîyê Bajar yê Dîyarbekir derheqê muhîmtîya rojê de weaz da û di weazê de bal li ser muhîmtîya şeva Qedrê kişand.

Îmamoglu di axavtina xwe de bal li ser xemgînîya ku di dawîyên roja meha Remezanê de ne û kêfweşîya jîyankirina şeva Qedrê kişand û li axavtina xwe weha zêde kir, “Xwezî li wan kesên ku meha Remezanê herî xweşik derbas kirîne û xwe dane ‘efukirinê, ji wan kesên ku xwe dane bexşkirinê û bi vê şeklê jî xwe gihiştandine ‘Îdê be! Ji navê wê jî tê fêhmkirin ku Şeva Qedrê şevekî wisaye ku şeva Qedr û Qîmetê ya ku zêde ye.”

Îmamoglu di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku di Quranê de jî bi taybetî navê sureyek Qedr e û bi tevî ayetan derheqê muhîmtîya Şeva Qedrê de jî weazê xwe berdewam kir.

Piştî bernameyê ji teref Şaredarîya Bajar a Mezin ya Dîyarbekir ve ji cemaatê re şorba germ hat belavkirin û hinek dikanan jî şîrînayîyên ku bi destên xwe çêkirine hat îkramkirin. (ÎLKHA)

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir