• DOLAR 32.583
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2445.514
  • ...
HUDA PAR: Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê ji teref dijminên Îslamê ve şewitandina Qur’ana Kerîm de nirxandin hatin kirin û ji Serokê  Partîya Stram Kursê Radîkal a li Swêdê re bertek hat nîşandan.

“Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin Rasmus Paudanê serokê partîya dijminê Îslamê Stram Kurs di bin parastina polêsan de Qur’ana Kerîm şewitand û daxuyand ku ew ê cardin vê çalakîya xwe ya bê hed û kustax tekrar bike. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Em vê êrîş û bêhedîya ku di vê meha mibarek a  Remezanê de bi şikleke zanebûn li hember Îslam û Mislimanan hat kirin bi tundî tel’în dikin. Ev çalakîya bêhed di bin parastina polêsan de hat kirin û armanca wê provakasyon bû ku ev yek bi xwe hedefa rastîn a rejîmên rojava nîşan dide. Ew ê Ewrûpa di wê herba ku li hember Îslamê vekiriye de bi ser nekeve û muzaffer nebe. Ew kesên ku ji bo Îslama azîz dixebitin çawa ku berî niha muzaffer bibin ew ê dîsa muzaffer bibin û dîsa ew kesên ku li dijî Îslamê şer dikin çawa ku berî niha winda kiribin û mexlûb bûbûn ew ê dîsa mexlûb bibin.”

“Ev bêdengî û bêreaksîyontî dê bibe sedem ku ev êrîşên wisa zêdetir bibin û jiyana Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn bikeve xetereyê”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin li hember vê bêhed û kustahîya ku hat kirin dewletên Îslamê bes daxuyanîyên şermezarkirinê weşandin ku ev yek ‘eyb û şerm e. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev bêdengî û bêreaksîyontî dê bibe sedem ku ev êrîşên wisa zêdetir bibin û jiyana Mislimanên ku li Ewrûpayê dijîn bikeve xetereyê. Mislimanên cîhanê êdî ji bo mudafaya siyasî û hiqûqî ya heqên Mislimanan  dest bi hereketê bikin û hewl bidin da ku ew kesên ku êrîşî Îslam û muqaddesatên Îslamê dikin bên cezakirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir