• DOLAR 32.22
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2444.818
  • ...
Erdexan Navend li 12 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çarçoveya tehqîqata ku ji teref Serdozgerîya Komarîya Erdexanê ve hat kirin de, ji bona kehnîyên ekonmîk a DAÎŞê li 12 bajaran li dijî DAÎŞê operasyona hevdemî hat lidarxistin.

Hat dîyarkirin ku ekîbên Şûbeya Micadeleya bi Terorê yê Fermandarîya Cendirmeya Bajêr, li Erdexan, Bûrsa, Kocaelî, Dîyarbekir, Tekîrdag, Îzmîr, Entab, Mêrdîn, Semsûr, Qonye, Edene û Êlîhê ji bona 19 şikdarên ku derheqê wan de qirara binçavîyê hatibû dayîn operasyon hat tertîpkirin.

Ji 19 şikdaran 17 şikdar hatin qefaltin û hatin binçavkirin. Li mal û dikanên şikdaran jî lêgerîn hat kirin. Ji bona 2 şikdarên dinê bên qefaltin jî xebat berdewam dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir