• DOLAR 34.671
  • EURO 36.726
  • ALTIN 2927.427
  • ...
Li Dîyarbekir êrîş li xebatkarên tenduristîyê hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesele di seatên êvarê de li navçeya Licêya Dîyarbekir li Nexweşxaneya Dewleta Toprak li alîyê Serwîsa Acîl pêk hat.

Li gorî îddîayan Cuneyt Yarukê (31) ku bi cêryanê ket bi mirîkî hat anîtin li Nexweşxaneya Dewleta Toprak li alîyê Serwîsa Acîl, ji teref eqrebeyên nexweş ji doxtor û xebatkarên tenduristîyê re him bi çêran û him jî bi çekan êrîş hat kirin.

Di dema gelemşeyê de eqrebeyek nexweş çekê polêsek bidestxist û berê derdorê da.

Hat destnîşankirin ku di dema teqîna çekê de gule li dîwar ket û xebatkaran jî bi sedyeyan xwe parastin.

Ha dîyarkirin ku bi tu kesê tiştek nebû û hinek eqrebeyên nexweş jî hatin binçavkirin.

Nexweşê ku mir jî, ji bona otopsîyê hat birin Sazîya Tipa Edlî ya Dîyarbekir. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir