Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 228 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 228 hezar û 338 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 228 hezar û 338 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 506 milyon û 103 hezar û 735 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û 16 hezar kesan.(ÎLKHA)