• DOLAR 32.5
  • EURO 34.959
  • ALTIN 2436.413
  • ...
Li Swêdê çalakîyên ku piştî “Şewitandina Qurana Pîroz” derketin berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Protestoyên ku ji ber “Şewitandina Qurana Pîroz” li Swêdê dest pê kirin, hê jî berdewam dike.

Swêdîyan, şewitandina Qurana Pîroz yê ku ji teref Rasmus Paludanê sîyasetmedarê Danîmarkayî hatibû şewitandin ve protestoyan kirin û ji Paludanê re jî hat gotin ku bila dev ji wan êrîşên xwe yên ku di binê parastina polêsan de dike berde.

Anders Thornbergê Midirê Giştî yê Ewlehîyê derheqê çalakî û protestoyan de daxuyanî da û di daxuyanîyê de destnîşan kir ku 26 polês û 14 kes yên ji xelqê birîndar bûn, 20 erebeyên polês jî hatin şewitandin.

Koma Hard Lîneyê neyarê Îslamê û koçberan yê ku di bin serokatîya Rasmus Paludanê da ye roja Pencşemê “civînên şewitandina Quranê” tertîp kirin.

Prof.Dr. Leîf G.W. Perssonê Tawannasê Swêdê di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kiri û di daxuyanîya xwe de ji Paludanê re îfade kir ku îzîn dayîna ji şewitandina Quranê re xetayeke mezin e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir