• DOLAR 34.652
  • EURO 36.42
  • ALTIN 2929.907
  • ...
Xespkerên Cihûyî cardin êrîş li Mescîdî Eqsayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komên cihûyîyên xespkerên ku bi tevî polêsên û çeteyên rejima îşxalker ketin Mescîdî, piştî nimêja serê sibê êrîş li Mescîdî Eqsayê yê ku li alîyê Qudsa Rojhilatê yê ku di bin îşxalê da ye kirin.

Di vê demê de jî çeteyên rejima îşxalker, Filistînîyên ku di pêşîya Mescîda Qîbleyê de disekinîyan bi zorê derxistin derve.

Misilmanên Filistînî jî xwe sipartin Mescîda Qîbleyê. Çeteyên rejima îşxalker jî dora Mescîdê dorpêç kirin. Çeteyên ku êrîşê qelebalixê kir, piştî ku Filistînîyan di nav Herema Şerîf derxistin de derên Eqsayê jî ji Filistînîyan re girtin.

Çeteyên ku di dema nimêja serê sibê de têketina Mescîdê asteng kirin, li herêma Bajara Kevn jî bi astengîyan rêya girt û nehêşt ku Filistînî bikevin nav Mescîdê.

Xespkerên cihûyî, ji ber ‘îdên xwe yên Pesaha ku di tarîxa 15ê Nîsanê de hatibû destpêkirin û ew ê hefteyek jî berdewam bike êrîşên xwe zêde dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir