• DOLAR 32.211
  • EURO 35.095
  • ALTIN 2535.964
  • ...
Daxuyanîyên alîkarîya Filistînê ya HUDA PARê îro jî berdewam kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi telîmata Navenda Giştî yê HUDA PARê ji bona ku ji êrîşên rejima îşxalker Filistînîyan dike re bertek bê nîşan dan li hinek bajaran bi pêşengîya teşkîlatên bajêr yê HUDA PARê ve piştî nimêja ‘eşayê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Li hinek bajarên wek Stenbol, Bûrsa, Entab, Riha, Mêrdîn, Şirnex û Hetayê jî bi tevî alîkarîyê partîyên sîyasî, temsîlkarên STK û welatîyan daxuyanîya çapemenîyê hatin tertîpkirin.

Di daxuyanîyan de êrîşên rejima îşxalker ku li Filisitînîyan dike hat şermezarkirin û ji welatên Îslamê re jî bang hat kirin.

Di daxuyanîya çapemenîyê de bal hat kişandin ku rejima îşxalker û sîyonîst di her meha Remezanê de êrîşên xwe zêde dike, ev tiştê ku tê kirin bûye wek kevneşopek û bertekê Misilmanan tê pîvandin û tê daxwazkirin ku bila Misilmanan ‘îda xwe di nav dilşikestîyê de derbas bikin.

“Em êrîşan şermezar dikin û lenet dikin”

Di daxuyanîyê de êrîşên rejima îşxalker yê ku di nimêja serê sibê de li Mescîdî Eqsayê kiribû û di encama wê êrîşê de gelek Misilman birîndar bûbûn û bi sedan kesan jî hatibûn desteserkirin hat bi bîr anîn û weha hat gotin, “Em van êrîşan şermezar dikin û lenet dikin. Em şehadeta şehîdên xwe yên ku ji bona ‘îzzeta Eqsayê canên xwe danîne ber êrîşan û şerbeta şehadetê vexwarine pîroz dikin, ji bona birîndaran daxwazîya şîfayê û ji bona Misilmanên ku hatine desteserkirin jî daxwazîya azadîyê dikin.”

Di daxuyanîyê de hat bal kişandin hemû munasebetên ku bi rejima îşxalker re bên kirin, ew ê de’wa Qudsê tenê bihêle û ew ê wê de’wê zi’îf bike, ew ê êrîşên li ser Mescîdî Eqsayê zêde bike û ew ê bibe seema encama berfirehbûna îşxal û xirakirinê.

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Rêya ku van êrîş û îşxalê biqedîne ev e ku ev îşxal bi temamî li ser ‘erdên Filistîn û Qudsê bê rakirin. Ev jî ew ê ku ji bona berxwedana bi ‘Îzzet û bi şeref ê xelqê Filistînîyan destdayîn û seferberkirina hemû îmkanan û daîma bûyîna li alîyê wan e.”

“Gerek îşxal û qetlîam bê sekinandin”

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ev micadeleya ku Filistînîyan ji bona parastina şeref û ‘îzzeta Quds  û welatên xwe dikin meşrûye û pîroz e, di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ev micadele tu car çalakîyeke bi terorî nîne. Terorîst, rejima îşxalker a ku xelqê Filistînê qetil dike, ‘erdên wan îşxal dike û mahremîyeta Eqsayê dike binê nigên xwe ye. Gerek ev îşxal û qetlîam bê sekinandin. Dîrok û roja me jî şahide ku ev çeteya îşxalker ji nîşandayîna bertek, şermezarkirin, daxuyanî û protestoyan fêhm nake, ew ji qewetê fêhm dike.”

“Naskirina sîyonîstan çi ji Tirkîye re çi ji xelqê Filistînê re û çi jî ji ummeta Îslamê re ew ê tu feydeya wê tinebe”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku sedema ev zilm û îşxala rejima îşxalker, ji ber neyekîtîya Misilmanan e û daxuyanî weha hat dawîkirin, “Gerek Misilmanên me, ciwanên me, pîrekên me, alimên me û rêveberên me yên bi ‘îzzet û bi şeref ev zilletê qebûl nekin. Ji bona ‘îzzet û azadîya Eqsayê gerek bibin yek û rabin pîya. Gerek rayedarên welatên Misilman û xaseten Tirkîye, ji bona ku ev êrîş bê dawîkirin û cardin neyê kirin gavên berbiçav bavêjin. We’ed û sozên ku çi hatîye dayîn bila bibe, ji bona pişt dayîna de’wa Qudsê gerek bi rejima sîyonîst re munasebet neyê kirin. ‘normalbûnî’ li Filistînê, dawîbûna îşxala sîyonîstan e. ‘normalbûnî’ li Filistînê, çûndina cîhê xwe yê berê yê wan îşxalkeran e. Gerek dinya, dev ji naskirina sîyonîstan bi dewletî berde. Naskirina sîyonîstan çi ji Tirkîye re çi ji xelqê Filistînê re û çi jî ji ummeta Îslamê re ew ê tu feydeya wê tinebe. Nexwe obala wî yê him li vê dinyayê û him jî li axiretê gelek mezin e. Tu kes di hizûra Xwedê de ew ê nikaribe hesaba wî bide.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir