Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 220 hezar kesan
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 220 hezar û 800 kes mirin.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 220 hezar û 800 kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 503 milyon û 886 hezar û 772 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser milyonek û 220 hezar kesan.(ÎLKHA)