• DOLAR 34.2
  • EURO 38.22
  • ALTIN 2925.649
  • ...
Li Kîevê dengê teqînê hat
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî çapemenîya Ukraynayê li herêma Vasîlkîva Kîevê dengên teqînê hat bihîst, sîstema parastina hewayê ket dewreyê.

Hat destnîşankirin ku Rusya, li herêma Harkovê cîhê wargehê bombe barand, li alîyê hemû cepheyên herêma Donetskê jî pevçûn berdewam dike.

Hat ragihandin ku li herêma Harkovê bombekirin berdewam kir û bişev jî gelek şewat derket.

Li herêma Luhanskê di nav 24 seatan de gelek dengên topan hat bihîstin û di encama wan êrîşan de jî 2 kes canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku pevçûn li herêma Donetskê berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir