Barzanî ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê peyamek belav kir
Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê peyamek belav kir.
Roja pênçşem 14ê nîsana 2022 li bîranîna sîh û çarsaliya Enfalê ye ku îro Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê ji ber 34emîn salvegera qetlîama Enfalê li ser hisaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kir.
Temamê deqê peyama Barzanî wisa ye:
Tawana Enfalê yek ji nemirovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ya li sedsala derbasbûyî ye ku armanca wê ji navbirin û şikandina gelê Kurdistanê bû.
Pêwîste û erkê Hikûmeta Iraqe qerebûya wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye encamdan.(ÎLKHA)