• DOLAR 32.505
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2441.532
  • ...
Sîyonîstên îşxalker yek jê zarok 3 Filistînîyan şehîd kir, bi dehan kesan jî birîndar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejima sîyonîst a îşxalker yê ku di her meha Remezanê de êrîşên xwe yên ku li ser Misilmanan dike zêde dike, di vê Remezanê de jî xwin û histêrka kêm nêhêşt.

Muhammed Hasan Asaf di encama êrîşa ku doh li lu bajaroka Beytaya bajara Nablûsê hat kirin de gule li singê wî ket û şehîd bû. Dû re li bajarên Ramallah û Beyullahîmê jî yek jê zarok tev de 2 kes hatin şehîdkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di encama êrîşa îşxalkeran yê ku li ser Misilmanên li wîlayeta El-Bîre ya Ramallahê hat kirin de ciwanekî Filistînî şehîd bû, 11 Filistînî jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat daxuyandin ku, Omer Muhammed Alyanê 20 salî guleya rejima îşxalker li singê wî ket û di encama lêketina guleyê de şehîd bû, wezaret destnîşan kir ku 5 ciwanên yê ku ji milên xwe û li alîyê bedênên xwe yên dinê de birîndar bûne jî hatin anîtin Navenda Tipa Filistînê.

Di berdewama daxuyanîya wezaretê de hat destnîşankirin ku Kusay Fuadê 14 salî di encama êrîşa rejima îşxalkeran ya li Beytullahîmê hat kirin de şehîd bû û 10 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir