Fransa Yetim Eli li Ugandayê ji bi sedan zarokan re alîkarîya cil û bergan kir
Fransa Yetîm Elîyê sazîya alîkarîya navneteweyî, li Ugandayê ji ber minasebeta meha Remezanê xebatên xwe yên li Ugandayê didomîne.
Sazîya ku ji roja ku çûye Ugandayê vir ve cûrbecûr alîkarîyan kir, vêcarê jî ji zarokan re alîkarîya cil û bergehan kir û rûyê wan kenand û dilê wan xweş kir.
Umît Ataşê Alîkarê Serokê Giştî yê Fransa Yetîm Elîyê derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji ber meha Remezanê li Ugandayê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wan alîkarîyên ku xêrxwazan gihandine me li birayên xwe yên li vê derê belav dikin. Di vê bergehê de me ji bi sedan zarokan re alîkarîya cil û bergan kir. Xweda nesîb bike ew ê xebatên me berdewam bikin.(ÎLKHA)