• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Efrîqayê “albînoyên sipî yên bêsiûd” zîyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nexweşîna albînoyê yê ku li Tanzanyayê di her 2 hezarî zarokan yek de tê dîtin, ew nexweşîn li welat di nav pirsgirêkên herî mezin de ye.

Hekîmên sêrbazên li herêmê, bawerîyeke vir avêtine nav miletê û ew bawerî jî ev e ku bihesaba, îksîrê ku ji perça bedêna wan albînoyan tê çêkirin him ji AÎDSê re û him jî ji ciwanîyê re yanê ‘emrê meriv dirêj dike re baş e.

Li welat ji ber van xurafeyan her sal gelek albîno ji cînayetê re qurab dibe. Hetta bedênên albînoyan tên perçekirin, bi fîyetên zêde ji hekîmên sêrbaz û mişterîyan re tê firotan.

Lijneyê Ewrupa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya xebatên meha Remezanê de li Tanzanyayê ne, sêwîxaneya albînoyê yê ku ji ber nexwaşînên xwe nikarin derkevin ber tavê û li hember gelek talûkeyên mezin de ne zîyaret kir.

Lijne, jê vê pê ve di sêwîxaneya Pongweyê ya li herêma Tangayê ye de jî ji zarokan re gelek alîkarîyan kir.

Gokhan Karalokê Temsîlkarê Darmstadê yê Ewrupa Yetîm Elîyê di axavtina xwe de got ku ew di meha Remezanê de jî ew ê li gelek herêman ji alîkarîyên xwe re berdewam bikin.

Karalok di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ji hevdîtina bi zarokên albînoyê re gelek kêfxweş bûne û li herêmê jî ji 130 kesan re alîkarîya cilan û ji 200 kesan re jî bernameya fitarîyê kirine.

Karalok, di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ê li Efrîqayê ji alîkarîyên xwe re berdewam bikin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir