Cihûyên îşxalker û terorîst êrîş birin li ser Fîlîstînîyekî 80 salî
Welatiyê Filistînî Mahmud Huseyin Mohammed Fukaha yê 80 salî ku yek ji niştecihên bajarokê Kefr el-Lebed a bajarê Tulkarm a li bakurê Şerîeya Rojava ya dagirkirî ye, dema ku di nav zeviya xwe de bû ji aliyê dagirkerên cihû ve rastî êrîşê hat.
Di encama êrîşa ku hat kirin de Fukaha ku ji çavê xwe yê çepê birîndar bû û di laşê wî de jî şikestî û birîn çêbûn ku ji bo dermankirinê ew hat rakirin Nexweşxaneya Refidya ya Nablusê.
Hate ragihandin ku kalê Filistînî û malbata wî berê jî rastî êrîşa dagirkerên cihû yên ku dixwestin erdên wan zeft bikin, hatibûn.
Mueyid Şaban Serokê Komîteya Berxwedana li hember Dîwarê Cudakirina Nijadî û Cihêbûna Cihûyan piştî ziyareta Fukahayê li nexweşxaneyê daxuyanî da û destnîşan kir ku terorîstên cihû yên îşxalker ku dixwestin ji gelê Filistînê întîqamê bistînin bi awayekî hovane êrîşî kalê filistînî kirin.
Şaban di dawîya daxuyanîya xwe de destnîşan kir ew ê berxwedana Filistînîyan berdewam bike.(ÎLKHA)