• DOLAR 32.469
  • EURO 34.744
  • ALTIN 2435.94
  • ...
Fransa Yetim Eli li Ugandayê ji malbatên feqîr re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ûgandayê xebatên alîkariyê yên bi boneya Remezanê dewam dikin, Rêxistina Alîkariyê ya Navneteweyî ya Fransa Yetîm-Elî ji bo kesên hewcedar û êtîm bikenin û dilxweş bibin xebatên xwe  didomîne.

Fransa Yetîm-Elîyê ku bi taybetî li Tanzanya, Filistîn, Tirkiye û welatên Balkanê li gelek welatan xebatên xwe dimeşîne, vê carê li Ugandayê ji kesên feqîr, jar û sêwî re alîkariya pereyan kir.

Alîkarê Serokê Fransa Yetîm-Elî  Ûmît Ataş, derbarê xebatên alîkariyê yên ku li Ûgandayê tên kirin de agahî da û got ku ew hêj xwe dighînin feqîr û êtîman.

Ataş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “Alîkariya ku xêrxwazan dane me, em didin kesên sêwî û feqîr ên li Ûgandayê. Xwedê xêra xêrxwazan qebûl bike. Her ku alîkarî bigihêje me, em ê bigihîjinin zêdetir kesên hewcedar. Banga me bi taybetî ji bo Ewropayê û bi giştî ji hemû xêrxwazan re, ji bo em xwe bigihînin gelên vê erdnîgariyê, divê piçekî zêdetir fedekarî bê nîşandan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir