• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî li Ugandayê bernameya fitarîyê tertîp kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Abdulkadîr Yilmazê endamê dildarê yê Ewrupa Yetîm Elîyê derheqê bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de qala xebatên xwe jî kir.

Yilmaz di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew di çarçoveya vê bernameyê de ji bi sedan însanan re fitarîyê dane û li axavtina xwe weha zêde kir, “Em bi alîkarîyên ku xêrxwazên me dane me li vê bernameyeke fitarîyê tertîp kir. Li vê derê coxrafya bi xwe mezlum e û bi xwe mexdûr e. Bi taybetî Xwedê bila ji xêrxwazên me yên Ewrupayê razî bibe. Bila dilê xêrxwazên me rehet be. Alîkarîyên ku ew dane me em li vê derê bi destê xwe belav dikin.  Em di vê meha Remezanê de jî ji welatên cuda yên Efrîqayê re ew ê bernameyên fitarî û alîkarîyên xwe berdewam bikin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir