• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Iraqê firtûneya qûmê jîyanê bi xirabî tesîrdar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku firtûneya qûmê li bajarên Kurdistana Başûr û Iraqê xwe bi xirabî tesîrdar kir.

Hat ragihandin ku mirovan heta 50î metreyî pêşîya xwe nedîtin.

Li gorî daxûyanîya Nexweşxaneya Dewleta Kerkûkê ya ku bi niviskî hat belavkirin de, li bajêr bi dehan kes ji firtûneya qûmê tesîrdar bûn û talûkeya fetisandinê derbas kirin.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku nêzî 100 kesan talûkeya fetisandinê derbas kirin û ji wan kesan gelekan jî hatin rakirin nexweşxaneyan.

Li hewlêrê jî dîtin ket binê 50î metreyî, ji ber vê yekê seferên balafirê hatin betalkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir