• DOLAR 34.432
  • EURO 36.281
  • ALTIN 2835.164
  • ...
HUDA PAR: Xort di nav qeyran û rewşeke nebaş de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê meseleyên îqtîsadî û derheqê rewşa xortan de nirxandinên balkêş hatin kirin.

“Xort di nav qeyranê de ne”

Di destêka daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber wan qeyran û problemên maddî û manewî di van demên dawî de xortên me ber bi xaleke nebaş de diçin û dû re wiha hat gotin: “Herî dawî li Enqerê 2 xort xwe kuştin û xortek jî dîya xwe kuşt ku ev bûyer em xemgîn kirin. Ev bûyerên wisa destnîşan dikin ka civak di warê de perwerdehîya exlaq û manewîyatê de di çi astê de ye. Ew însanên ku ne bi wan dîn ne jî bi wan re exlaq heye di televîzyonan de û di platformên medyayê civakî wek însanên rol model ji civakê re tên pêşkêşkirin. Him ji ber vê sedemê û him jî ji ber zihniyeta azadîya bêsînor a ku Rojava li ser însanan ferz dike civak û ciwan ne di rewşeke baş de ne ku ev rewş berhema wan kesên ku xwedî mesûlîyet in ku xortan muhafeze bikin lê nakin e. Ew insanên ku bi çanda şiddetê mezin dibin meyla wan diçe li ser şiddetê. Ji ber vê yekê însan ji ber sedemek biçûk bi xwe jî dikare qesda canê însanan bike.”

“Divê bernameyên ku nirxên manewî bi hêz bikin bên derxistin pêş”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin bername û rêzêfîlmên di televîzyonan  de dibin sedema întîhar û cinayetan û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev yek ji alîyekî ve jî zirarê dide sazîya malbatê bi xwe. Di vê mijarê de hessasîyeta pêwîst divê bê nîşandan. Ji bo civak û neslên bi sihhet medya û televîzyon bên islahkirin û bernameyên li bê nirxên manewî bên bi hêzkirin bên amadekirin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir